Bi sedema teqîna gaza “Kolor” di bajarê Îlamê de 217 kes birîndar bûn

19:06 - 5 Îlon 2020

Êvareya roja Înê 14`ê Xermananê, bi sedema teqîna kepsola 800`kg a gaza Kolorê li gundê “Zencîreya serê” a bajarê Çirdwal a ser bi parêzgeha Îlamê, 217 kes birîndar bûn.

Berpirsê zankoya zanista pizîşkî a bajarê Îlamê di wî derheqê de ragihand: “piştî teqîna gaza Kolorê di wî gundê de, 91 kes ji birîndar bûyên wî bûyerê bo nexweşcaneya Xomeynî a bajarê Îlamê hatine veguhastin”.

 “Mihemed Kerîmyan” herwisa ragihand: piştî wî bûyerê, nexweşxaneyên parêzgeha Îlamê, hemû di haleta amade başiyê de ne.

Bi gotina navbirî, 15 kesên din bo nexweşxaneya îmam Elî a bajarê Seravlê hatine veguhastin.

Berpirsên hikûmetê sedema teqîna wî kepsola gazê bo kemtirxemiya şofêzê bar beriyê gerandin.

bajarê Çirdwal navenda bajarê Seravle ye û ketiye 30`Km ya parêzgeha Îlamê.