Bi sedema teqîna alavên şer yên bi cih mayî welatiyekî temen 70`ê salî canê xwe ji dest da

17:14 - 29 Tebax 2022

Roja Yekşemî 6`ê Xermananê, welatiyê Kurd yê bi navê “Xosrev Candarov”, temen 7`ê salî bi sedema teqîna alavên paşmayî yên şerê di navbera Îran û Îraqê de, li derdora gundê “Qasimava”yê ser bi bajarê Gîlanxerbê canê xwe ji dest da.

Ew bûyera li demjmêr 10:17 deqeyên ser sipêdeyê li navçeya “Kase Kebûd Teng Korek” a li qontara başûrê rojhilatê çiyayê “Bazî Draz” ê qewmiye.

Xosrev Candarov xelkê gundê “Qasimava” yê ser bi bajarê Gîlanxerbê ye.

Pêka amarên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirov ya “Kurdpa”yê ku ahtine tespîtkirin, li destpêka sala 1391`an heta dawiya sala 1400`an, li ser hev 402 welatiyên sivîl yên li Kurdistanê bûne qorbaniyê teqîna mîn û alavên şer yên bicih mayî ku wiha ne:(103 kuştî û 299 birîndar).