Bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî welatiyekî Kurd canê xwe ji dest da

18:32 - 20 Hezîran 2021

Sibedeha roja Yekşemî 30`ê Cozerdanê, kolberekî Kurd ê bi navê “Se`idûn Ehmedî”, xelkê bajarê Baneyê, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Henge Jal”ê ser bi wî bajarî canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê, bi bê agehdarkirina berê teqeya rasterast li wî kolberî kirine.

“Se`idûn Ehmedî”, bi gumana hilgirtina kelûpelên qaçax rastî teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatibû.

Di wê derheqê de, roja Înê 28`ê Cozerdan, “Besîr Ehmedzade”, kolberê xelkê gundê “Dişe”, yê ser bi bajarê Pawê, li ancama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê û bi sedema kûrahiya birînên wî, di nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Kirmaşanê de canê xwe ji dest dabû.