Bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê kolberekî Kurd hate kuştin

18:53 - 16 Gulan 2021

Êvareya roja Şemî 25`ê Banemerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Zabit Alxanî” temen 46 salî kurê Ezîz û xelkê gundê “Axbezer”a ser bi bajarê Selmasê bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi bê agehdarkirina berê bi awayê rasterast “Zabit Alxanî” û hejmarek ji kolberên din dabûne ber gulleyan.

Termê wî kolberê Kurd bo pizîşkiya yasayî ya bajarê Urmiyê hate veguhastin û hêj radestî malbata wî nehatiye kirin.

 “Zabit Alxanî” xwedî jin 3 zaroka ne.