Bi sedema teqeya hêzên leşkerî welatiyekî Kurd canê xwe ji dest da

18:31 - 19 Hezîran 2021

Roja Înê 28`ê Cozerdan, “Besîr Ehmedzade”, kolberê xelkê gundê “Dişe”, yê ser bi bajarê Pawê, li ancama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê û bi sedema kûrahiya birînên wî, di nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Kirmaşanê de canê xwe ji dest da.

Çavkaniyeke agehdar tevî piştrastkirina wê nûçeyê bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê ragihandiye: “Heya niha termê wî kolberê Kurd radestî malbata wî nehatiye kirin û şêwrayê dabînkirina parêzgehê bi malbata wî ragihandiye ku piştî bi dawîhatina hilbijartinên Serkomarî û şêwrayên bajar û gundan, nûçeya canjidestdana kurê xwe rabigehînin”.

Roja Duşemî 24`ê Cozerdan, ew kolberê Kurd digel birayê xwe yê bi navê “Beşîr Ehmedzade” li sînorê bajarê Newsûdê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê û berkevtina gulle bi serê wî, bi awayekî dijwar birîndar bibû.

“Besîr Ehmedzade” xîzandar û xwediyê zarok e.