Bi sedema teqeya hêzên leşkerî çar kolber hatine birîndarkirin

16:52 - 22 Îlon 2020

Êvara roja Duşemî 31`ê Xermananê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê teqe ji hejmarek kolberan li ser sînorê Newsûdê kirin û di encamê de çar kolber hatine birîndarkirin.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê nasnameya sê kes ji wan çar birîndarbûyan yên bi navên “Hîdayet Xudadadî, Namdar û Ayet Xudadadî” xelkê bajarê Selas a Bawecanî ragihandiye.

Pêka gotina çavkaniya “Kurdpa”yê, kolberên birîndar bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Paweyê hatine veguhastin.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “Hidayet di wî bûyerê de lingê wî ber gulleyên hêzên leşkerî kevt û bi awayekî dijwar birîndarbû.

Ew hejmara kolberan bi bê agehdarkirina berê ji aliyê hêzên leşkerî ve rastê gullereşandina rasterast hatine.