Bi sedema teqeya hêzên întizamî welatiyekî Kurd canê xwe ji dest da

18:11 - 9 Çirriya paşîn 2021

Roja Yekşemî 16`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ferhad Zendî” kurê “Ezetullah” û xelkê bajarê Sineyê, bi sedema teqeya hêzên întizamî, canê xwe ji dest da.

Yek ji xizmên wî welatiyî bi Ajansa Nûçegehaniya “Kurdpa”yê re ragihand: “Hêzên întizamî bi bê agehdarkirina berê, maşîna kesîn ya Ferhad li cadeya Sine-Dêwlanê dabûne ber gulleyan.

wê çavkaniya agehdar gotiye: “Maşîna Ferhad Zendî ti tişteke qaçax têde tinebûye û bi sedema berkevtina gulleya hêzên leşkerî bi serê wî, navbirî demûdest canê xwe ji dest daye.

Herwisa wê çavkaniya agehdar gotiye: “Sibêdeha roja Duşemî 17`ê Xezelwerê, termê wî welatiyî bi amadebûna hêzên leşkerî li bajarê Sineyê bi axê spartine û hêzên leşkerî gef li malbata “Ferhad Zendî” xwariye ku ji derheq wê bûyerê nabehevpeyvîn digel ragihandinan bikin.

Temenê“Ferhad Zendî” 38 sal bû û bavê zarokekê ye.