Bi sedema teqeya hêzên Întizamî welatiyek hate birîndarkirin
18:44 - 27 Nîsan 2022
Roja Sêşemî 6`ê Banemerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Kemal Bayezîdîpûr” kurê Xalid û xelkê gundê “Diribke” yê girêdayê bajarê Pîranşehrê, bi sedema teqeya hêzên Întizamî li rêya Pîranşehr-Mihabad hate birîndarkirin.
Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên Întizamî bi bê agehdarkirina berê teqe li maşîna wî welatiyê Kurd kirin û di encamê de lingê wî welatiyî birîndar bû.
hêzên Întizamî bi şika hebûna kelûpelên qaçax ew welatiyê Kurd dane ber gulleyan.