Bi Sedema Teqekirina Hêzên Întizamî Kasibkarek Li Serdeştê Birîndar Bû

12:38 - 18 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Roja 17.01.2012-an, li encam êrîşa hêzên Îranê li Serdeştê bo ser kasibkaran, welatiyek Kurd bi navê Îbrahîm, xelkê Bêtûş, li devera Alan û li pişt gundê Mêrgasê, bi tundî birîndar dibe.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Serdeştê, di vê êrîşê de komek ji hespên barhilgir yên kasibkaran jî hatin kuştin.

Li gor serjimêriya Ajnasa Kurdpa, li 4 mehên derbazbûyî ve heta niha 28 kasibkarên Kurd li Kurdistana Îranê ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û 24 kesên din jî birîndar bûne.