Bi sedema lêdana dibistaniyek ji aliyê mamosteyê wî ve, serê wî 7 bexiye xwerine

18:15 - 6 Nîsan 2022

Roja Sêşemî 16`ê Xakelêweyê, “Êrfan Kerîmiyan”, dibistaniyek ê qutabxaneya seretayî ya “Hikmet” li bajarê Şinoyê, ji aliyê mamosteyê wî ve bi awayekî dijwar hate kutanê û serê wî şikestiye û 7 bexiye xwarine.

Mamosteyê wî dibistanîyî yê bi navê “Subhanî” bi alavek giran li serê wî dersxwanî daye û “Êrfan” bi awayek dijwar birîndar kiriye.

 “Êrfan Kerîmiyan” piştî wê bûyerê, bo tedawiya pizîşkî bo orjansê hatibû veguhastin.

Serê wî dibistanîyî 7 bexiye xwarine û malbata Kerîmiyan li dijî wî mamosteyî şikayet kirine.

Temen “Êrfan Kerîmiyan” 11 sal e û dibistaniyê pola pênc a seretayî li qutabxaneya “Hikmet” a bajarê Şinoyê ye.