Bi sedema du bûyerên hatûçûnê 24 kes bûne qurbanî

17:44 - 30 Kanûna Paşîn 2021

Roja Înê 10ê Befranbarê, bi sedema du bûyerên hatûçûnê li rêya Tîkab bo Textê Silêman û rêya Kirmaşan bo Kamyaranê, 6 welatiyan canê xwe ji dest dan û 18 welatiyên din jî birîndar bûne.

Bi sedema qezaya hatûçûnê ya du mînîbûsan li rêya Tîkab bo Textê Silêmanê, 17 kes birîndar bûn û kesekê jî canê xwe ji dest da.

Ew du mînîbusane yên veguhastina kedkarên kangeya zêrê “Rizeşoran û Axder” bûne û her di vê derheqê de, kesekê canê xwe ji dest daye.

Çavkaniyên xwecihî bas ji vê yekê kirine ku 6 kes ji birîndarên wê bûyerê, bi sedema kûrahiya birînên xwe û nebaşbûna rewşa tenduristiya wan, bo nexweşxaneyên derdora bajarê Tîkabê hatine veguhastin.

Ji aliyek din ve û her di vê rojê de, li rêya Kirmaşan bo Kamyaranê, bi sedema qezaya hatûçûna sê maşînan li curên Semend, Dêna û Barhelgirekê, 5 kesan canê xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bûye.

Berpirsê Polîsê tirafîkiya parêzgeha Kirmaşanê ragihandiye, ew bûyere bi awayê rû bi rû bûye û 5 kes ji rêwîngên wan du maşînan canê xwe ji dest dane û ajotvanê maşîna barhilgir jî birîndar û bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.