Bi sedema barîna befrê hejmarek dibistan li bajarê Sine û Urmiyê hatine daxistin

12:47 - 5 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Bi sedema barîna berfê di bajarên Sine û Urmiyê, hejmarek dibistanên wan du bajaran de hatine daxistin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, Îro YekŞemî, 15`ê Befranbarê, hejmarek ji dibistanên parêzgeha Sine, bi sedema barîna berfê û sarbûna heva,  dibistanên destpêkî ên gund û bajarên Bîcar, Seqiz, Bane û deverên Zîwe, danê sibêdehê daxistiye.

Herwisa dana sibêzûya dibistanên destpêkî yên bajarê Husên Ava û gundên ser bi wî bajarî hatine daxistin.

Ji aliyeke din ve, îdareya Perwerde û Hînkarî a parêzgeha Urmiyê ragehand, bi sedema barîna berfê, danê piştînîvro, hejmarek li dibistanên bajarên Pîranşar û Neqedê, hatine daxistin.

Herwisa, hemû dibistanên devera Soma û Biradost û Sîlwanayê bi sedema berfê û daxistina rêyan hatiye daxistin.