Bi sêdaredana 16 kesan, tola şerê Zahidanê dane

18:17 - 26 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurpa: bi dû şerê û levdana nawbera henga merziya Serawan û gurûpa Ceyşul Edl li parêzgeha Sîstan û Belûçistan, hukûmeta islamiya Îranê 16 endamê vê Gurûpê li girtîgeha Zahidanê li sşdarê dan.

Dadsitanê giştiyê parêzgeha Sîstan û Belûçistan bi malpera “ Efkar News” ragihand, sibê zûya îro Şemî, 4ê Xezelwer, bi amanca bersiv(Tol hildan) bi şerê şeva borî li niqta sersînorê Serawan, me 16 endamên gurûpa “ Ceyşul Edl” li girtîgeha Zahidanê li sêdarê dan.

Mohammed Merziyê, dadsitanê giştiyê Zahidan basa hindê jî kire, “ li sêdaredana wan 16 kesan, tinê bersivik biçûk bûye ku ji aliyê me bi gurûpa Ceyşul Edl hatiye danê”.

Navbirî basa hindê jî kiriye ku” komik ji endamên gurûpa Ceyşul Edl ku pêşde hatine girtinê, bi zûkatî dadgehî dikin û hukmê wan dibirn”.

Şeva borî li niqta serhediya Serawan li parêzgeha Sîstan Û belûçistan, 18 çekdarê henga merziya hukûmeta islamiya Îran li şerik de tev gurûpa Ceyşul Edl, hatinae Kuştin û 5ê din jî birîndar kirine, hevdem 4 kes ji hêzên henga merziya Serawanê ji aliyê vê Gurûpê bi êxsîrî hatine girtin.

Gorekî nûça serekaniyên fermiyên hukûmeta islamiya Îran, ev şera tev gurûpa Ceyşul Edl qewimiye.

Gurûpa Ceyşul Edl bi amanca piştgirî kirin ji welatiyên Sunnî yên ji parêzgeha Sîstan û Belûçistanê dameziriye.