Bi sebeba gullerşandina rasterast ya hêzên leşkerî kolberekî Kurd hate kuştin

21:13 - 9 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Kasibkarê Kurd yê xelkê bajarê Kamyaranê bi sebeba, gullereşandina rasterast ya hêzên hikûmeta Îranê li bajarê Ehwazê, hate kuştin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 17`ê Xezelwerê (8`ê Çiriya Paşîn) kasibkarê Kurd yê bi navê, Faroq Fêyzî, û kurê Îsma`îl, û xelkê gundê “Tengîwer” a girêdayî bajarê Kamyaranê bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê cane xwe ji dest da.

li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi tawana veguhastina tiştên qaçax, û bi bê hişdarî dana pêştir ji kasibkarên Kurd re gulleyan bi ser wan de ber didin.

wê çavkaniyê daye xuyakirin ku, termê wî kasibkarî Kurd bo pîzişkî yasayî a bajarê Ehwazê hatiye veguhastin, û heya niha rasdestî malbata wî nehatiye kirin.

Her di vê derheqê de, sibezûya roja Pêncşemî 17`ê Xezelwerê (8`ê Çiriya Paşîn), kolberê Kurd yê bi navê “Selah Êsfendvend” temen 28 salî, û xelkê gundê Mehabadê, bi sebeba gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmera Îranê, li ser sînorê bajarê Pîranşarê canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê hişdarî dana pêştir ji wî kasibkarî Kurd re, ew dane ber gulleyan û bi sebeba kûrahiya birînan jî, demldest canê xwe ji dest dide.