Bi rê ketina rêresma 40llê taziya Şêrko Bêkes û şanî dana çend kitêb

00:51 - 11 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: bi pişkdariya xulyaqetik zor û her wisa Edîb û nivîskarên Kurd, li şarê Silêmanî rêresma 40llê taziya “ Şêrko Bêkes” helbeswanê bijrttyê Kurd bi rê ket.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, ser êwara roja duşem, 18ê Xermanan rêresma 40llê taziya “ Şêrko Bêkes” binav kirî “ 40llê helbestwaniya civanî û azadî” li salona “ Huner”a şarê Silêmanî bi rê ço.
Rêresm bi rawestana 1 deqe bê dengî bo bi biranina gelemper Şehîdên nivîser û bi taybet helbetwanê bi şanê Kurd Şêrko Bêkes despêkir.

Li despêkê, serbihoriya Şêrko Bêkes bi kurte filmik hat şanî dan û paşî gotinên dezgeha “ Serdem” ji aliyê “ Reûf Bêgerd” berpirsê wê dezgehê hat xwendinê.

Paşî “Tara Caf” û “ Behcet Yehya” çend sitran ji helbestên Şêrko Bêkes, pêşkêşî pişkdaran kirin, paşî “ Hawrêyanî (hevalên) kak Şêrko Bêkes” li filmik de bi amadekariya “Yehya Berzencî” hat şanî dan.

Li qonaxik dine rêresmê de gotina hukûmeta Herêma Kurdistan ji aliyê “ Dr. Kawe Mehmûd” wezîrê rewşenbîrî û lavên hukûmeta Herêma Kurdistanê hate xwendin û paştir jî marşik ku ji aliyê sendîkaya hunermendên Kurdistan şaxa Silêmanî ku bi berpirsatiya “ Bextiyar Heme Salih” hatibû amade kirin pêşkêşî pişkdaran hat kirinê.

Li qonaxa din ya rêresmê de “ Bextiyar Elî” roman nivîsê binave Kurd, çend peyv ser kesayetiya mamosta Şêrko Bêkes û ( dîrdey mer) pêşkêş kir.

Li qonaxek din de fîlmik dukumêntarî bi amadekariya “ Xusrew Heme Kerîm” bi navê “ Êsta Kiçêk niştimanme(niha keçik niştimana mine) pêşkêş kir.

Paşî hozan “ Peywend Caf” û her wisa hunermend “ Mikaîl” çend sitranên xwe pêşkêş kirin ku helbesta sitrana Mikaîl, yekik ji helbestên Şêrko Bêkes bû.

Paşî xwîşka Şêrko Bêkes çend peyv pêşkêş kirin û paşan peyama binemal Şêrko Bêkes ji aliyê “ Helo Şêrko Bêkes” kurê vî helbestwanî hate pêşkêş kirinê.

\"15228.jpg\"
Her wisa çend kitêb ku bi hogiriya 40llê taziya mamosta “ Şêrko Bêkes” hatibûn amade kirinê şanî kirin ku hatibû pê ji :

Kitêba “ Imperatorî şêir malaw” bi amadekariya “ Şerîf Fellah” helbeswan û nivîskarê ji xelkê Sinê ji aliyê “ Dezgeha rewşenbîrî”, “Cemal Irfan” çap û weşandi bû bi ser erka Dr. Teha Resûl hatibû şap kirinê.

Paşî kitêba “ Bibliyografiya Şêrko Bêkes le pêristî kitêbî Kurdî da” ku ji aliyê “ Biwar Nûreddîn” amade kiri bû û her wisa axirîn kitêba Şêrko Bêkes bi navê jiyannamey û bîrewerî, bi navê “ Nûsîn bi Awî Xole Mêş” hatin şanî kirinê.

40llê taziya Şêrko Bêkes li rewşik bi xem û li rêresmik bi şan û bi hebûna xulyaqetik zêde ji xelkê Kurdistan û bi taybet Edîb û hunermendan bi rê ço.
\"15218.jpg\"

\"15216.jpg\"

\"15214.jpg\"

\"15213.jpg\"

\"15220.jpg\"

\"15215.jpg\"

\"15219.jpg\"

\"15225.jpg\"

\"15221.jpg\"

\"15227.jpg\"

\"15224.jpg\"

\"15222.jpg\"

\"15223.jpg\"

\"15226.jpg\"