Bi gullyên hêzên leşkerî yên Îranê 2 ciwanên Kurd bûne qurbanî

14:40 - 18 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Du ciwanên Kurd ên Serwabad û Seqiz li rojhilatê Kurdistanê, li du bûyerên cihê ji hev, di encama gulle avêtina rasteqîne ya hêzên leşkerî yên Îranê de, hatin qetilkirin û birîndar kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi du rojan, welatiyekî Kurd yê bi navê “Ferheng” xelkê gundê “Tefîn” ê ser bi Serwabad, bi gulle reşandina rasterast a hêzên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, li 3 rêya“Nehawend”a parêzgeha Hemedanê hat birîndar kirin.

Ferheg ku li bajarê Sineya rojhilatê Kurdistanê rûdinişt, niha li beşa nexweşên taybet ên nexweşxaneya bajarê Nehawend, bin çavdêriya bijîşkî de ye û rewşa tenduristiya wî giran hatiye ragihandin.

Bi gotina şahidên bûyerê,; hêzên leşkerî yên hikûmetê bi gumana ku tirombêla wî hemwelatiyê Kurd barên qaçax vediguhêze, bi reşandina gulleyan bi ser de ajovanê wesayîtê tê birîndar kirn û wî demildest (forî) radikin nexweşxaneyê.

Ji aliyekî din ve beriya niha bi çend rojan, ciwanekî 20 salî yê bi navê Ebûbekir, li cadeya Seqiz – Dîwandere ya rojhilatê Kurdistanê, bi gulle reşandina rasterast a hêzên leşkerî hat qetil kirin.

Ciwanê Kurd yê hatî qetilkirin xelkê gundê “Mela Salar”ê ser bi beşa Zêwiye a Seqizê bû ku bi gullyên rasteqîne yên memûrên qereqol (pasgah) a ”Îranşah”tê kuştin.

Salêh Nîkbext-Karnasê hiqûqî û parêzerê Kurd li ser pirsa yasaya bi kar anîna gulle avêtin bi ser tirombêlan de li Îranê dibêje: Hekî ajovanek gumanên sedî sed li ser bin, divê destpêkê bi avêtina gulleyan, lastîk (teker) ên wesayitê bên teqandin û piştre hewla girtina şofir bê dayîn.

Wî parêzerê Kurd herwiha amaje bi vê yekê jî kiriye: Di piraniya caran hatiye dîtin ku hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê vê xala yasayê naparêzin û rasteqîne ajovanên torombêlan dikin amanc.