Bi dehan hiktar ji daristanên Selas a Bavecanî di agir de bûne xwelî

17:25 - 17 Çirriya pêşîn 2020

Roja Înê 25ê Rezberê, daristanên çiyayê “Derne û Dolî” yên ser bi “Selas a Bavecanî” bi sedema agirberdanê, xisareke zêde gihîştiye jîngeha wê deverê.   

Rûniştiyên wê deverê daxwaz ji wlatiyan kiribûn ku bo kontirolkirin û temirandina wê agirê bi hawara wan ve biçin.

Çavkaniyeke agehdar ragehandiye, ku cihê wî agrî gelek dijwar e û berfirehiyekî zêde ji xwe ve girtiye û daxwaz ji hemû xelkê deverê dikin ku bi hawara surûştê nîştimanê ve biçin.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Çend tîmek ji endmên Encûmena Jîngeh û parêzerên jîngeha Zagrosê, heta direngê şevê mijûlê kontirolkirina agir bûne.

Herwisa wê çavkaniyê di berdewamiyê de gotiye: “Hikumeta Îranê bi heceta hebûna endamên Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê, agir berdide wan cihan.

Di wê agirberbûnê de bi dehan hiktar ji wan darstanane hatine şewtandin.