BI DARVEKIRIN JI WELATIYEK MERÎWANÊ RE HATE ŞOPANDIN

15:05 - 8 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Merîwanê piştî ku du salan di Girtîgehê de bû, bi darvekirin jê re hate şopandin.

Bextuyar Mêmarî, temen 35 salî di heyva Tebax a sala 2010’an ve di Girtîgeha Ittila’ata Merîwanê de bû.

Parêzerê Bextiyar Mê’marî ji “Kempeyna Navdewletiya Mafên Mirovan li Îranê” re got: Dozgeha Qezayiya Merîwanê bêy ku Belgeyek bi hêz ji wî Welatiyê bi tawana Endambûn di Partiyek Kurdî de bi Îdamê hatiye bi darvekirin.

Parêzerê Bextiyar dibêje tawanên han red dike û dibêje Pêwendî tewlî tu Partiyekê nebûye.

Lê yek ji Nêzîkên wî dibêje Bextiyar bi sedema Şikenceyê ve neçar ew Tawan pejirandine.

Her di wê pêwendiyê de zêdebarî wê hukmê ku ji aliyê Dozgeha Inqilaba Merîwanêî ve bi ser wî de hatiye sepandin, bi darvekirin ji wî welatiyê re ji aliyê Dozgeha Cezayên Parêzgeha Sine ve bi tawana kuştinê hatiye sepandin.