BEYDEMIR: BILA DAYÎKÊN TURK JÎ BIBÊJIN GELRÎLLA XORTÊN ME NE

14:29 - 1 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Serokê Şaredariya Mezin ya Diyarbekirê “Osman Baydemîr” beşdarî weşana radyoya TRT bû û derheqê bi dawî anîna şerê PKKê de firk û ramanên xwe anî Ziman.

Li gor rapora radyo TRT, Baydemir dibêje çi Yek ji me Du aliyên Kurd û Turk naxwazin ku şer bidome lê divê seva wê yekê her Du alî hewlên xwe gurtir bikin da ku îdî ew Yek bi dawî bê.

Serokê Şaredariya got: Dayîkên Turkn dibêjin Polis û Esker, zarokên me ne lê ji bo ku dilê Dayîkên Kurd jî neşewite, divê ewna bibêjin Gerîlla jî zarokên me ne.

Baydemir her wisa got: Ji bo ku îdî termên Gerîllayan ji Bakur bo Rojhilat an bo rojava neçin, divê ku ev hvbendî le hev bê ku Dayîkjên Turk, Gerîllayan jî di çîheva zarokên xwe de danên û ne weke kesên biyanî ji wan binêrin.

Osman Baydemir di dawiyê de dibêje: Em li ser wê bawerê ne ku divê pevçon bi dawî bên û rêya aşîtî û Demokrasiyetê bê hilbijartin û rewşa Jiyanê bibe asayî û Jiyana bi hev re û Mafê weke hev jî bibe Yasaya bingehîn.

Di rojên bihorî de Êrîşên ji bo ser Bargeh û Avayîyên BDP’ê gihane astek berz û daxwaza daxistina bi Yekcarî a Partiya Aşîtî û Demokrasî BDP ji aliyê MHP û CHP’ê ve hate kirin ku wê Yekê, Nerazîtiyê BDP û Endamên wê Partiyê bi xwe re anîn.