Besîciyek Bi Destê Fermanderê Xwe Hat Kuştin

14:13 - 11 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Besîciyek li navenda Sipaha Pasdaran li bajarê Selmasê di encama teqekirina fermanderê xwe, canê xwe ji dest da.

Pêka nûçeya nûçegihaniya Kurdpa li bajarê Selmasê, Reza Meclisî xelkê Bajarê Binaw ku navenada xizmetkirina wî li Sipaha Pasdaran di bajarê Selmas de bû, şewa derbazbûyî demjirmêr 1 şevê di encama teqekirina berpirsekî wê navendê hat kuştin.

fermanderê bikuj derbarê hêceta kuştina Reza wusa gotiye: “Min wiha bîr dikir ku Reza yek ji çekdarên hêza opozisyon e ku wek hewalkomkerek xwe zelandiye nava Sipaha Pasdaran de.”