Bêserûşûnkirina bi zorî ya welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

17:25 - 26 Nîsan 2022

Destpêka meha Xakelêweya Îsal, hêzên ewlehî welatiyekî Kurd ê bi navê “Keywan Rostemî” kurê Elîekber û xelkê gundê “Mîrava” yê ser bi bajarê Sineyê binçav kirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiyê temen 27 salî di heyama çend rojên derbasbûyî de, di peywendiyek kurt a telefonî de bi malbata xwe re ragihandiye ku di girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê de ye.

Pêka gotina wê çavkaniyê, malbata Rostemî heta berî peywendiya telefonî ji qeder û tendirustiya kurê xwe ti zanyariyek ber destê wan nebû.

Herwisa wê çavkaniyê eva jî xistiye ber bas, ku hêzên ewlehî “Keywan Rostemî” bi bê hebûna ti belgeyên yasayî binçav kirin û di wê heyamê de, tevî lipeykevtina malbata wî bo agehdarbûn ji qedera navbirî hêzên ewlehî ji dana her cure zanyariyek bi malbata Rostemî xwe diparastin.

Herwisa wê çavkaniyê got; “Keywan Rostemî” di heyama binçavkirinê de, ji hevdîtin digel malbata xwe û pestpêregihîştin bi parêzer, hatibû bêparkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê hatinî sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.