Berzan Mihemedî bo girtîgeha bajarê Merîwanê hate veguhastin

17:14 - 12 Hezîran 2021

Li gor rapora Nûçegihaniya Hêranayê, roja Sêşemî 18`ê Cozerdan, “Berzan Mihemedî”, girtiyê siyasî yê berê, ji girtîgeha Îtila`atê ya Spaha Sewlava, bo girtîgeha bajarê Merîwanê hate veguhastin.

Veguhastina navbirî bo girtîgehê piştî dawîpêhatina qonaxên lêpirsînê û bi biryara binçavkirina demkî bûye.

Roja Duşemî 17`ê Cozerdan, hêzên ewlehî bi bê hebûn ti belgeyên yasayî “Berzan Mihamedî” li mala birayê wî li gundê “Guşxanî” yê ser bi bajarê Sewlava ku bi sedema nexweşiyê hatibû razandin, binçav kirin.

Ew çalakvanê Kurd heyamek berî niha, beşdarê kempêna “Ne bi Komara Îslamî”, bibû.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî girtiyê siyasî yê berê hatiye sepandin, ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Roja Duşemî 19`ê Cozerdana sala 1399an, Berzan Mihemedî, piştî derbaskirina du li ser sê ji heyama girtîgeha xwe, ji girtîgeha “Êvîn” hatibû azadkirin.

Ew girtiyê siyasiyê Kurd, li meşa kombûnên nerezayetî yên meha Gelawêja sala 1397an, bi sedema çalakîkirin di nav torên civakî de hatibû binçavkirin û di dadgeha despêkî de bi tohmeta “kombûn û tebanî bi mebesta têkdana nezma giştî û propagende li dijî nizam”ê, bi 6 sal girtîgeha teizîrî hateibû cezakirin.

Roja 6`ê Reşemeya sala 1397an, kombûna piregîhîştin bi dosyeya wî girtiyê siyasî li dadgeha pêdeçûnê bi rê ve çûbû û cezaya 6 sal girtîgeha teizîrî ya navbirî bo 3 sal û 6 meh girtîgeha teizîrî hatibû kêmkirin.

Berzan Mihemedî, bi bê jiberçavgirtin cudakirina wî digel girtiyên din, bo girtîgeha bajarê Tehranê veguhastibûn û navbirî bona nîşandana nerizayetiya xwe bi wê hewla karbidestên girtîgehê, dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.

Ew welatiye piştre bo girtîgeha “Êvîn”ê veguhastibûn û li meha Rêbendana sala 1398an, digel sê kesên din yên havbendên xwe bona nîşandana nerizayetiyê li hember dijayetîkirin digel azadiya mercî, pêrenegihîştin bi daxwazên girtiyê siyasî, berçavnegirtina yasaya cudakirina cihê girtiyên siyasî digel girtiyên din, dirêjkirina heyamê dadgehîkirina wan, sepandina cezaya giran û yekalîkirina hikmê dadgeha destpêkî bi bê lidarxistina kombûna dadgeha pêdeçûnê li dijî xwe, dest avêtibûne gireva birçîbûnê û piştî heyamekê, dawî bi gireva birçîbûna xwe anîbûn.