Berpirsyarên Kurd li Bexdayê bi hewildana ji bo avakirina dewleta Kurdî hatin tawanbar kirin

12:52 - 13 Şibat 2012
Kurdpa: Endam parlemanek Îraqê serkomar û wezîrê karê derve ê Îraqê bi pêkanîna dewleta Kurdî tawanbar kirin.

Aliye Nesîf ragehand ku rabûn û runiştina Celal Talebanî û Hoşyar Zêbarî weha kiriye ku Hkumeta Herêma Kurdistanê zêdetir wek dewletek serbixwe kar bike li nav hikumeta Bexdayê de.

Vê endam parlemanê Îraqê eşkere jî kiriye ku heya niha lîsteya hevpeymaniya Kurdistanê çend caran gefa pêkanîna kiyaneke Kurdî a serbixwe kiriye.

Pêştir jî serokê herêma Kurdistanê bi berdewamî ragehandibû ku ragehandina dewleta Kurdî mafê neteweya Kurd e.