Berpirsyarê Ajansa Nûçegihaniya Mukiryanê hat girtin

17:05 - 8 Adar 2013
Ajansa Kurdpa:Xosro Kurdpûr berpirsyarê Ajansa nûçeyî a Mukiryanê, ji aliyê hêzên Îttlatî ên dewleta Îranê li bajarê Mihabadê hat girtin.

Mesûd Kurdpûr birayê Xosro Kurdpûr di pêywendiyek telefonî de tevî ajansa nûçegihaniya kurdpa,ê bilav kir: Demjimêr 1’ê piştî nîwroya roja Pêncşem berwar 7’ê Adara 2011’an hêzên Îttlatî li bajarê Mihabadê jibilî geryana mala Xosro, navbirî binçav û jibo Îdareya Îttlat a wî bajarî birine.

\"11450.jpg\"
Mesûd Kurdpûr basê vê yekê jî kir ku Xosro seva çalakiyên mafên mirovan ji aliyê hêzên Îttlatî hatiye girtin.

Berê jî Xosro Kurdpûr li sala 2002’an seva çalakiyên xwe yên mafên mirovan ji aliyê hêzên dewleta Îranê hatibû girtin.

Xosro Kurdpûr Rojnamenivîs û berpirsyarê Ajansa Nûçegihaniya Mukiryan e,ku heyamê pitir ji 12 salane li herêmên Kurd akinciyên Îranê de li ser pirsa mafên mirovan dixebite.