Berpirsên kanalên Telegramî li Baneyê hatine gazîkirin û gef ji wan xwarin

17:17 - 6 Çirriya paşîn 2021

Îdareya Îtla`ata bajarê Baneyê, berpirsên kanalên Telegramî yên wî bajarî piştî belavkirina nûçeya Kolberê xelkê gundê “Kanîsêf”ê “Mihemed Xudayî kanîsêf”,  ku li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê de hatibû kuştin, hatine gazîkirin û gef ji wan hatiye xwarin.

Çavkaniyeke agehdar di wê derheqê de bi Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê re ragihandiye: “Îdareya Îtla`ata bajarê Baneyê, berpirsên kanalên Telegramî yên “Bane news, Bane 24”, Kombûna pirseyên Bane û Bane Rodaw”ê, gazîkiribûn.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Hêzên ewlehî givaş bo wan berpirsên kanalên Telegramî anîne ku nûçeya kuştina wî kolberî li ser kanalên xwe reş bikin.

Roja Pênşemî 13`ê Xezelwerê, “Mihemed Xudayî Kanîsêf”, di dema kolberiyê de û li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Sardaw” ê ser bi bajarê Baneyê, canê xwe ji dest dabû.

Hêzên ewlehî yên Hikûmetê bi bê agehdarkirina berê teqeya rasterast li wî kolberî kiribûn û navbirî bi sedema berkevtina 4 gulleyan, dem li dest canê xwe ji dest dabû.