Berpirsên Hikûmetî Li Newsûdê, Bo Dabînkirina Petrolê Pere Ji Qutabiyan Distîne

13:45 - 6 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Li hin dibistanên beşa Newsûd ya ser bi Pawe li Parêzgeha Kirmaşanê, bi awayek neyasayî bi armanca dabînkirina şewatê û germkirina jorên xwendinê pere ji qutabiyan hatiye wergirtin.


Nûçegihaniya Fars di raporekê de belav kir ku di encama xemsariya berpirsên pêwendîdar li devera Pawe û Newsûdê, berpirsên hinek ji qutabxaneyên Newsûdê bi şandina name ji bo serperestên zarokan û bi îmzaya berpirsê Civata Ewliya û perwerdekirina qutabiyan, bi zorî pere ji xelkê distînin.

Husên Xidir Weysî, berpirsê Îdareya Perwerde ya bajarê Pawe ji nûçegihaniya Fars re ragihand berpirsên qutabxaneyan li jêr navê hevkariya azad û alîkarîkirinê, hinek pere ji malbatên qutaniyan wergirtine.

Karê han jî berevajiyê benda 30 ya yasaya bingehîn a welat e ku dibêje: “her kes temenê wî/wê bigîje 7 saliyê, erkê hikûmetê ye ku alav û pêdiviyên qutabxanê wan re dabîn bike.”



.