Berpirsên Hêza Dadwerî bas ji azadkirina 30 girtiyên siyasî yên Kurd dikin

17:33 - 31 Adar 2021

Di heyama rojên derbasbûyî de, berpirsên Hêza Dadwerî bas ji azadkirina 30 girtiyên ewlehî yên Kurd, kirine.

Heta niha ne ji aliyê berpirsên Hêza Dadwerî û ne ji aliyê deng û rengê hikûmeta Îranê ve, îşare bi nasnameya wan 30 girtiyên ewlehî ku biryar e bêne azadkirin, nekirine.

Berpêrsin hikûmeta Îranê, îdiaya vê yekê dikin ku li Îranê, ti girtiyek siyasî nîne, ew kesên ku hatine binçavkirin girtiyên ewlehî ne.

Ew 30 welatiyên Kurd, piraniya wan calakvanên jîngehî, medenî û welatî ne û heya niha jî berpêrsin hikûmetê îşareyek bi sedema binçavkirina wan nekirine.

Piştî hatina ser kar a hikûmeta îslamî ya Îranê, berpêrsin hikûmetê di edebiyata xwe de, çemka girtiyên “ewlehî” bo girtiyên siyasî bi kar tînin.