Berpirsên girtîgehê dijberiya daxwazkariya girtiyê siyasî ê Kurd kirin

12:25 - 30 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Li hemberî daxwazkariya girtiyê siyasî yê Kurd ya derheq veguhastina wî bo bajarê ku jiyan dike dijberî  hat kirin.

Li gor agahiyên ku gihîştine ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, daxwazkariya girtiyê siyasî yê Kurd yê bi navê “Ferxedîn Asrîs” kurê Elî û xelkê bajarê Şinoyê veguhastina wî li girtîgeha Navendî a bajarê Urmiye bo girtîgeha bajarê Şinoyê dijberî hat kirin.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd yê ku li girtîgeha Navendî a Urmiye de hepsiye, heya niha jî ji mafê morexesî vergirtin û azadiya meşrot bêpare.

Herwisa li gor gotina wê çavkaniya agehdar, , di heyamên derbazbûyî de jî,  daxwazkariya veguhastina wî girtiyê siyasî yê Kurd, li girtîgeha Navendî  Urmiye bo girtîgeha Neqedê jî hatibû red kirin.

Ev girtiyê siyasî yê Kurd li taya du a dadgeha Şoreş a Urmiye bi berpirsayetiya dadwer Şêxlû, bi tohmeta “alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hukûmeta Îranê” bi 5 sal hespa te`izîrî  hatibû cezakirin û piştire bi sebeba nerazîbûna navbirî li hemberî wî cezayê giran, dadgeha pêdaçûnê ya Urmiye, ev cezaya bi 3`ê sal hepsa te`izîrî kêm kir.

Demsala havîna  sala 1397`an, ew girtiyê siyasî ê Kurd, ji aliyê  hêzên ewlehiyê yên girêdaiy hêzên ewlehiya Spaha Pasdaran a bajarê Şinoyê hatibû desteserkirin,  û piştire bo lêkolînê bo girtîgeha Spahê ya Seyîd  El –Şoheda a Urmiyê veguhastibûn.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd piştî bidawî bûna lêkolînê bo girtîgeha Navendî a bajarê Urmiyê veguhastibûn.