Berpirsên girtîgeha bajarê Urmiyê gefan li girtiyan dikin.

11:35 - 17 Şibat 2020

Roja Yekşemî 27`ê Rêbendanê, ji aliyê berpirsê bendîxanê ve daxwaz ji girtiyên  girtîgeha bajarê Urmiyê hatiye kirin ku beşdarî yê li  11`mîn xula hilbijartina rejîmê de bikin.

Li gorî Nûçeya ku gihîştiye Nûçegihaniya “Kurdpa” yê, Sohrabî berpirsê girtîgeha bajarê Urmiyê, di axavtinên xwe de sepandiye ku beşdarî kirin di hilbijartinan de bi zoriy e.

Wê çavkaniyê herwisa ragehandiye, “ berpirsê girtîgeha bajarê Urmiyê, gef li girtiyan xwariye ku, eger di hibijartinan de beşdar nebin, li hember de li mafê mirexesiyê wê bêne bê parkirin.

Girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê, sala 48`an hatiye avakirin û 13 bend hene û navenda serpereştî kirina ew girtîgehê, rekxirawa girtîgehên hêza dadweriye.