Berpirsên girtîgeha bajarê Urmiyê digel azadiya mercdar a Mihemed Husênpûr dijayetî kirin

18:10 - 23 Adar 2021

Berpirsên girtîgeha bajarê Urmiyê, digel azadiya mercdar a girtiyekî olî yê bi navê “Mihemed Husênpûr” kurê Elî û xelkê bajarê Pîranşehrê dijayetî kirine.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, berpirsên girtîgeha bajarê Urmiyê tevî dijayetîkirin digel daxwaza azadiya mercdar a wî girtiyê olî, herwisa digel kêmkirina cezaya girtîgeha navbirî li gor gelaleya kêmkirina cezayên girtîgeha te`izîrî, dijayetî kirin.

“Mihemed Husênpûr”, 13`ê Gelawêja sala 1397`an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo heyama 42 rojan li girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê di bin lêpirsînê de bû.

Ew girtiyê olî, piştre bi tohmeta “endambûn digel girûpên olî”, ji aliyê taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ve, bi 5 sal girtîgeha te`izîrî hate cezadan û ew cezaye di dadgeha pêdaçûnê de hate piştrastkirin.

“Mihemed Husênpûr”, demsala Buhara sala 1399`an, bo yekemcar hatibû murexesiyê.