Berpirsên girtîgeha bajarê Seqizê pêşî ji çareseriya pizîşkî ya girtiyekî degrin

11:13 - 20 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Berpirsên girtîgeha navendî ya bajarê Seqizê, rê ji veguhastina girtiyekê bo nexweşxaneya derveyê girtîgehê digrin ku rastî cilte lêdanê hatiye.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, çend roj beriya niha, girtiyek bi navê “Husên Heyderî”, xelkê bajarê Seqizê, di girtîgehê de rastî cilte lêdanê hatibû û berpirsên girtîgehê jî îzina birêkirina navbirî bo nexweşxaneya derveyê girtîgehê nadin.

Çavkaniyekê agehdar di vê derheqê de bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandin: “Kadrên dermanî yên bêhdarî yên girtîgeha Seqizê, îzina veguhastina wî girtiyê bo nexweşxaneya derveyê girtîgehê dane, lê berpirsên girtîgehê rê nedane bibin.”

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Kadrên dermanî yên bêhdariya girtîgeha Seqizê, ji berpirsên girtîgehê re ragihandine ku dibe, “Husên Heyderî” bo nexweşxaneya Xumênî a wî bajarî bê veguhastin, û dibe bê razandin û ji bo wî tedawiya pizîşkî bê kirin, lê berpirsên girtîgehê îzin nedane.”

Herwisa wê çavkaniyê wiha jî gotiye, nêzî heftiyek beriya niha, “Husên Heyderî” di girtîgehê de rastî celte lêdanê hatiye û berpirsên girtîgehê ti pêngavek bo çareseriya pizîşkî ya wî girtiyê neavêtine û ti hewlek nedane.