Berpirsê nû zindaniyan tenbî dike

16:38 - 31 Adar 2015
Ajansa Kurpa: Bi guhertina serpereştê girtîgeha Mehabada rojhilatê Kurdistanê, zixt û givaşên li ser zindaniyan zêdebûne û serokê nû yê zindanê atmosfereke ewlekarî bi ser hepsê de hakim kiriye.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, bi guhertina birêveberê zindana Mehabadê , tevahiya merexesiyê zindaniyan, têkiliyên telefonî, mifah wergirtin ji kitêbxane û holeya werzişî, hatine qedexekirin.

Peyamnêrê Kurdpa ji zarê çavkaniyeke agah li zindana Mehabadê ragihand: Roja borî (29/3/2015’an), bi fermana serpereştê nû yê wê girtiîgehê - Bê tu sedemek ku sucê zindaniyan aşkere bike; tevahiya girtiyan di hewşa zindanê bo çendîn demjimêran bi neçarî li ber baranê dabûn sekinandin.

Her wê çavkaniyê aşkere kir: Zindanî nikarin vir şûnde ji kitêbxane û holeya sporê mifah werbigrin. Ew mekanên navborî niha hatine girêdan.

Her wisa peywendiyên telefonî bi girtiyan re hatine qut kirin û rewşeke yek car zor bi ewleh li ser zindanê de hakim bûye.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, berpirsên hepsa Mehabadê û Serpereştê nû yê wê girtîgehê, tu sdemek bo bi kar anîna wan pilanan zelal nekirin e.

Hêjayî gotinê ye; bi kar anîna rewşa ewlekarî li ser zindana Mehabadê, malbatên girtiyan dilgiran kirin e.
Gor çavkaniyên agah ên nûçeyan, birêveberê nû yê zindana Mehabadê ji berpirsên payebilind ên ser bi Sipaha Pasdaran a hikûmeta Îslamiya Îranê ye.