Berpirsê giştî yê Navenda Nûçegihaniya “Selam Pawe” bo dadweriyê hate gazîkirin

20:47 - 13 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Birêveber û berpirsê giştî yê Navenda Nûçegihaniya “Selam Pawe” bo dadweriya wî bajarî hate gazîkirin.

Li gorî nûçeyên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, “Ferhad Salihî” berêverber û berpirsê Navenda Nûçegihaniya “Selam Pawe” bo dadweriya bajarê Pawe hatiye vexwandin.

Berpirsê Navenda Nûçegihaniya “Selam Pawe” ji riya telefonê hatiye agehdarkirin ku, dibe bo lêkolînê, xwe bo ofîsa dadweriya bajarê Pawe bide naskirin.

Derheq sedema gazîkirina berpirsê Navenda Nûçegihaniya “Selam Pawe” zanyaryên drust bedrest tunînin.

Navbirî di heyama sala derbazbûy de, hin rexne derheq pêranegihîştin û xemsazriyên hikûmetê bo deverên sînorî û rewşa kolberan di vê navenda nûçegihaniyê de weşandibû.

Roja Pênçşemî 12`ê Rezbera sala 1397`an, Ferhad Salihî bi sebeba weşandina nûçeya can jidest dana kolberê Kurd yê bi navê Ezîm Ehmedî ku di heyama kolberiyê de bi sebeba gollereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê cane xwe jidest dabû, bo îdareya îtila`ata bajarê Pawe hatibû gazîkirin.

Ferhad Salihî di beşa karnasiya zanistên perwerdehiyê (birêveberî û pilandananê) xwendina xwe qedandiye.