Berpirsê Fêrgeha Mûsîqî a “Çiya” piştî desteserkirinê, heya niha qedera wî nexuya ye

16:36 - 28 Kanûna Paşîn 2020

Piştî 11 roj ji ser desteserkirina “Kambîz Es`edî”, berêveberê Fêrgeha Mûsîqî a “Dengê Çiya” ji aliyê hêzên Îtila`ata bajarê Kamyaranê ve, heya niha qedera wî nexuya ye.

Çavkaniyekî agehdar di vê derheqê de ragihand, di heyama wan 11 rojan de, ti zanyariyek ji derheq qeder û cihê mana “Kambîz Es`edî” ji ber destê malbata wî nîne.

Herwisa wê çavkaniyê got, nediyariya qedera berêveberê Fêrgeha Mûsîqî ya Çiya, nigeraniya malbata wî li pey xwe hebû ye.

Roja Înê 27`ê Befranbarê, hêzên Îtila`atê di bajarê Kamyaranê de, “Kambîz Es`edî” mamostayê Sentûr û berêveberê Fêrgeha Mûsîqa ya “Dengê Çiya” desteser kirin.