Bermûr (46): raporta heftana ajansa Kurdpa ser pirsgirêkên jinan

00:23 - 20 Şibat 2015
Heftiya 4a heyva Rêbendana sala 1393a rojî

Ajansa Kurdpa: raporat vê heftiyê, 1 rewş ji berpê kirina mafên jinan li Kurdistan ku tê pê ji xwe şevitandina keçik ciwan li Dîwanderêû 9 rewş ji berpê kirina mafên jinan ku tê pê ji girtina 7 jinên Behayî li Isfehan û Tehran û berdana 2 xebatkarên jin ji girtîgeha Êvîn ji ciyên dine Îranê tê pê.

Kurdistan

Keçik li Diwanderê, agir berda xwe

Li midêçend rojên borî de, keçik ciwan ji xelkê Dîwanderê ku mideyik pêş niha de, agir berdabu bedena xwe, canê xwe ji dest da.

\"24862.jpg\"
Gorekî wan nûçên ku hatine weşandin, keçik ciwan, ji xelkêQere Dere li Dîwanderê, bi navê, Sîrîn Bêyglerî, ku mideyik pêş nihade, agir berdabû bedena xwe, li yekik ji sentrên midîkala vîşarî de, canê xwe ji dest da.

Heya niha, hegera xwe şevitandina vê keça 22 salî, bo serekaniyên nûçê, ron nebûye.

Bi pişrast kirin bi statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, bi tenê li 10 rojên borî de, 8 jin û keçên ji xelkên şarên ormî, Rebet, Sine. Dîwanderêû Rewanser, agir berdane bedena xwe ku 6 ji wan kesan, canê xwe ji dest dane.

Îran

Girtina 7 jinên Behayî yê bawirmendên Ola Behayî

Li rojên borî de, sîpelik nû ji girtina welatiyên bawirmendê Ola Behayî li welatêÎranê de despê kiriye. Li vê sîpela nû de, 14 welatiyên Behayî, hatine girtinê ku 7 ji wan jinin.

\"24857.jpg\"
Girtina 7 jinên Behayî yê bawirmendên Ola Behayî
Gorekî wan nûçên weşayî, roja Sêşema 28ê Rêbendan, 17 February 2015 de, hêzên girêdayî bi sipaha pasdaran li şarên Isfehan û Tehranê de, 7 jinên bawirmendên ola Behayî, girtine.

Mona Mêhrabîû Ilham Kerem bexş li Tehran ûŞîva Ixtisamî, Nigar Sobhaniyan, Nîka Recebî, Mona Eqdesîû jinik din ku kesitiya wê nehatiye zanîn, li şarê Isfehanê de û bi destê hêzên ser bi sipaha pasdaran, hatine girtinê.

Nigar Sobhaniyan ku yekik ji girtiyane, 2cane(hamile) û her bi vê rewşê jî hatiye girtinê.

Bi gotina kesên wir, hêzên asayişê, pitir ji 5 saetan, ew malên ku welatiyên Behayî têde li rewşa rêresma oliya xwe bûne, vekolane.

Bi dûketina malbatên girtiyan, heya berev kirina vê raportê, çi akamik çinebûye û cê ragirtina wan 14 kesan re jî, çi nûçeyik ber dest de çinine.

Firiştê Tûsîû Zehra Xendan ji girtîgehê hatin berdan

Li rojên borî de, 2 kes ji girtiyên kutayiya heyva Befranbarê ku ji aliyê hêzên ser bi sipaha pasdaran de hatibûn girtin û raguhastiyê girtîgeha Êvîn bibûn, hatin berdan.

\"24861.jpg\"
Berdana Zehra xendan û Firştê Tûsî ji girtîgehê
Gorekî wan nûçên ku hatine weşînê, Zehra Xendan û Firiştê Tûsî ku tev 4 jinên din li kutayiya heyva Befranbarê de hatibû girtin û raguhastiyê girtîgeha Êvîn kiribûn, li rojên Duşem û Sêşem, 28 û 29ê Rêbendan, 17 & 18 February 2015 de, hatine berdan.

Zehra Xendan, yekik ji xebatkarên pêşde yê xwendekariyê li zanîngeha Emîr Kebîr ku zxwedî ked li nûçe gihaniya KarêÎran(IRNA) û rojnama Itimad de heye,li roja Duşem, 29ê Rêbendan û Firiştê Tûsî jî li kutayiya vê heyvê dehatibûn girtin.

Ev 2 jin, li midê 1 heyva ku li odên teke kesî yên girtîgeha Êvîn de hatibûn ragirtin û li dema girtinqa van de jî gişt tiştên wan yên kesînên van jî ji aliyê hêzên ser bi sipaha pasdaran de hatibûn zewt kirinû.