Berhema “Bustana Seidî” bo ser zimanê Kurdî hate wergerandin

14:04 - 19 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Nivîskar û helbestvanekî Kurd yê xelkê bajarê Seqizê, pirtûka edebî ya “Bûstana Seidî”, ji farsî ve wergerande ser zimanê Kurdî.

Li gor rapora ajansa nûçehaniya Kurdpa, mamosta “Umer Salihî” karê wergêrana pirtûka helbest- wêjeyî a “Bûstana Seidî” li jêr navê “Mîr Gulanê Jîn” kiriye.

Mamosta Umer Salihî naskirî bi (Kolîl), pirtûka han di 10 beşan de wergerandiye û li midehê 3 salan de jî bi dawî kiriye.

\"28407.jpg\"
Pirtûka Mîr Gulanê Jîn, ji aliyê çapemeniya zanîngeha Kurdistanê di 30 hezar tîrajî de çap kiriye.

Mamosta Umer Salihî (Kolîl) di sala 1945’an li gundê “Daye Silêman” ya girêdayî Zêwe ya ser bi bajarê Seqizê de hatye dinê.

Ew mamostayekî Olî ê navdar û helbestvanekî naskirî ê Kurd e.

Heya niha sê berhemên din bi navên “Tavgeya Evînê, Li her Çîmenekê dîmenek, Çarînên kurdî” li warê helbestê de çap û belav kiriye.

Pirtûka “Tavge ya Evînê” wergerana hemû xezelên dîwana helbestvan “Hafiz Şîrazî” ye bo ser zimanê Kurdî.