Bêrêzîkirin bi bingeheke PDKÎ Asayîşa Koyê ligel bertekan rûbirû hîşt

14:19 - 5 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi belavkirna daxuyaniyeke nivîskî, êrîşkirina memûrên ewlekarî (asyêş) ên “Koyêsenciq” li başûrê Kurdistanê, ser bingeheke xwe şermizar kir.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, PDKÎ di namayekî de bi ronîkirina rastiyan ew kiryara Asayîşa Koyê mehkûm kir û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Yeketeiya Nîştîmaniya Kurdistan (YNK) xwest pêşî ji reftarên wek wê kiryara Asyîşê bidin girtin.

Beriya niha bi du rojan hêzên ewlekarî ên Herêma Kurdistanmê (asayêş) êrîş birin ser bigeha Azadî a PDKÎ û bi lêdan û bêhurmetî kirin bi hejmarek malbatên wê bargehê daxza girtina tometbarekî ku keçeke Herêma Kurdistanê revandibû ji wan kirin.

Di hevpeyvîna tora medyayî a Rûdav li Herêma Kurdistanê digel Mohemmed Salêh Qadirî- Emdamê Komîteya Navendî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, hat eşkere kirin ku kurê pêşmergeyekî wê Partiyê evîndarê Keçeke başûrê Kurdistanê bûye û ev bi xwe re biriye, lê malbata keçika hatî refandin li ser kurê pêşmergeyê PDKÎ û malbata wî li Koysenciq şikayetek tomarkirin e. Piştî bihorîna heyamekî bi ser vê yekê re, beriya niha bi du rojan hêzên ewlekarî ên Herêma Kurdistanê bê hemahengî dikevin bigeheke PDKÎ û bavê xortê keçik refandî bi xwe re birin.

\"25152.jpg\"
Mohemmed Salêh Qadirî endamê Komîteya Navendî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Qadirî di berdevamiya axftina xwe bi Rûdavê re got: Gor berjewendiyên Herêma Kurdistanê em li bingehên başûr bicih bûne û ger carake din bûyereke welo biqewime emê nikanibin xwe ber vê yekê rabigrin.
Her duh li ser vê pirsê Loqman Mêhfer –Endamekî din yê Komîteya Navendî a PDKÎ, duh li civîneke rojnamevanî di bingeha Azadî a PDKÎ de, ev kiryara asayîşê li Herêma Kurdistanê mehkûm kir.

Hejmarek ji partiyên Kurdî, nemaze Partiya Azad a Kurdistanê jî, helwest û daxuyaniya PDKÎ destek kirin û ew kiryara asayîşa Herêmê bi karekî nedurusta dan zanîn.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê beriya niah bi 20 salan û pişî terorkirina rêberên xwe yên bi navbang Dr. Qasimlo û bi dûre Dr Şerefkendî, di derdora bajarê Koysenciq ê ser bi parêzgeha Hewlêrê bicih bûye. Ewlekariya vê Partiyê bi hindek şert û merc û parastina berjewendiyên başûrê Kurdstanê di derveyî bingehên wê bi stûyê hêzên ewlekarî ên Herêma Kurdistanê ye.