Bêrêzî kirin bi alaya Kurdistan, reaksiyona serbazên Kurd bi dû anî

16:19 - 22 Nîsan 2014
Ajansa Kurdpa: bi hegera bergirî ji alaya Kurdistan, 3 Serbazên Kurd li şarê Şino, tûşî dûr xistin û girtinê bûne.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; fermandeyê pasgaha intizamiya şarê Şino, 2 serbazên Kurd bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê dûr xistine û serbazik jî girtine.

Ew serbazane ji xelkê şarên Nexede, Pîranşar û Mihabadin, li pasgaha intizamiya şarê Şino de li ser rewşa borandina serbaziya xwe bûne.

Raportêrê Kurdpa li şarê Şino ragihand: fermandeyê wê pasgahê ku navê wî Xakpûre, serbazên Kurd yên ji xelkê Mihabad û Nexedê, bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê dûr xistine û ew serbazê Kurd ku ji xelkê şarê Şino bûye, girtiye.

Hegera biryara fermandê wê binkê bi wî formî hatiye ragihandin; ku li rojên borî de, li gundê Kanî Sipî(Ax Bulax), alaya Kurdistan ji aliyê kesên nenas kirî de ala bilind kirine û hêzên intizamî, ala anûne xwar û tev xwe bi şarê Şino birine û serwey dirandina ala Kurdistan, bêrêzî bi rêberan û xizmetkarên vê alayê kirine, ku ew reaksiyona serbazên Kurdên nawa wê pasgahê hatiye pê.

Serekaniyik agadar, xêncî erênî kirina vê nûçê, li peywendiyik telefonîde bi ajansa Kurdpa ragihand; serbazên Kurd dema çavên wan bi wê bêrêziya fermandê pasgahê bi alaya Kurdistanê ketiye, tev şer kirine ku li sedem biryara fermandên wan, ew 3 serbazê Kurd dane ber lêdan û kutanê.

Li bersiva pirsiyarik de ku reaksiyona serbazan çi bûye ragihand: yekik ji serbazan, flaskê çaya xwe viredaye bi serû çavê fermande û çaya nawa filaskê de rijiyaye ser serçavên fermandeyê pasgahê.

Ala Kurdistan, cida ji awirê siyasî û ideolojik, rêz û hurmetik zor heye û bi çavê rêz û hurmrt de tê dîtin.

Ala Kurdistan ku ji 3 rengan hatiye pê û rojik li nawerastê deye, ev 3 rengan ku mideyê pitir ji 100 salane, sîmbola alaya Kurdistan li xebata netewiya Kurd û hukûmeta Şêx Mehmûd û Ihsan Paşa de heya Komara Kurdistan û hukûmeta herêma Kurdistane.