Berdewamiya binçavkirinan û nexuyayîya qedera çalakvanek jîngehparêz

18:11 - 14 Kanûna pêşîn 2021

Qedera çalakvanek ê bi navê “Nevîd Kohnepûşî” xelkê bajarê Merîwanê ku li 9`ê Xezelwerz îsal ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin, ne rohn e û ti zaniyariyek serast li ser tinîne.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, tevî li peyketinên malbata wî çalakvanê Kurd bo agehdarbûn ji qedera navbirî, hêzên ewlehî ji dana her bersivek serrast xwe diparêzin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Heta niha Hêzên ewlehî ti zaniyariyeke serast ji sedema binçavkirina wî çalakvanê jîngehparêz neragihandine û navbirî di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin.

Roja Yekşemî 9`ê Xezelwerê, “Nevîd Kohnepûşî” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Sineyê hate veguhastin. 

“Nevîd Kohnepûşî” temen 30 salî, xelkê gundê “Reşedê”yê ser bi bajarê Merîwanê û endamê “Encunena Sewiz a Çiyayê Merîwanê” ye.

Ew çalakvanê Kurd pêşîneya 10 sal çalakî di “Encunena Sewiz a Çiyayê Merîwanê” de heye.