Berdewamiya binçavkirin û nexuyayiya qedera welatiyekî Şinoyî

16:32 - 27 Îlon 2021

Ji qedera welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê yê bi navê “Rehman Esedî” kurê “Mehmûd” û xelkê gundê “Alyava” yê ser bi bajarê Şinoyê ku li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê de ye, , ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye di heyama binçavkirinê de, tenê carekê peywendiya telefonî digel malbata xwe girtiye û heta niha lipeykevtina malbata wî welatiyê bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe, bê encam maye.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Ew welatiye di heyama binçavkirina xwe de, ji mafê “hevdîtin digel malbata xwe û girtîna parêzer” hatiye bêparkirin.

Roja Duşemî 11`ê Gelawêjê, “Rehman Esedî” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Heta niha li sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Rehman Esedî”, hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.