Berdewamiya binçavkirin û nexuyayîya qedera du welatiyan

17:57 - 19 Kanûna pêşîn 2021

Qedera du welatiyên Kurd ên bi navên “Ferheng Êvezî”, kurê “Mihemedelî”, temen 30 salî û “Kejal Nesrî” temen 26 salî û keça “Mihemed” û xelkê gundê “Tengîser”ê girêdayê bajarê Sineyê piştî binçavkirinê nexuya ne.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, malbatên wan du welatiyan bo agehdarbûn ji qeder û cihê ragirtina wan, serdana navendên ewlehî yên bajarê Sineyê kirine lê ti bersivek serast wernegirtine.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: Ew du welatiyane di heyama binçavkirinê de ji peywendiya telefonî, hevdîtin digel malbata xwe û dêstpêregihîştina bi parêzer hatine bêparkirin.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: Nerohnbûna qedera wan du welatiyan, nigeraniya malbatên wan li pey xwe anîye.

Roja Yekşemî 21`ê Sermawezê, “Ferheng Êvezî” û “Kejal Nesrî” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.

 “Kejal Nesrî”, çalakvana medenî ye û di warê parastin ji jîngehê de çalakî hebûne.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan du welatiyan hatiye sepandinê ti zanyariyek li ber dest nîne.