Berdewamiya binçavkirin û nexuyayîya qedera dersxwanekî Kurd

16:54 - 24 Çirriya pêşîn 2022

Ji qedera “Mihemed Mihemedzade”, temen 15 salî dersxwanê xwandingeha “Enbiya” ya girêdayî bajarê Seqizê, ku ji roja 25`ê Rezberê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin, ti zanyariyek ber dest nîne.  

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, pêş ji binçavkirina wî dersxwanî, mamosteyê xwandingeha Enbiya ya girêdayî bajarê Seqizê, telefona “Mihemed Mihemedzade”, zevt kiribû û piştî dana telefona wî, rêkevta 25`ê Rezberê, ew dersxwan ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Wê çavkaniyê da zanîn ku, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî êrîş kiribûne ser mala bavê wî dersxwanî û navbirî binçav kirbûn.

Herwisa wê çavkaniyê got: Heta niha lipeykevtina malbata Mihemedzade bona agehdarbûn ji qedera kurê xwe, bê encam maye.

Heta dema belavkirina vê nûçeyê, li cihê ragirtin û qedera “Mihemed Mihemedzade”, ti zanyariyek ber dest nîne.