Berdewamiya binçavkirin û nexuyayiya qedera 6 welatiyên bajarê Mihabadê

19:08 - 14 Tebax 2021

Şeş welatiyên Kurd ên bi navên “Hêmin Qeredaxî”, “Rizgar Êynalo”, “Ehed Sune”, “Kawe Silêmanpûr”, “Soran Durbaş” û “Ako Durbaş” xelkên bajarê Mihabadê ku heta niha di girtîgehê de mane, ti zanyariyek ji qedera wan di ber dest de nîne.  

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew 6 welatiyane piştî binçavkirinê bo ciheke nexuya hatine veguhastin û tevî lipeyketina malbatên wan, hêzên ewlehî ji dana bersiveke serast li derheq qeder û cihê ragirtina wan xwe diparêzin.

Herwisa wê çavkaniyê got: Ew 6 welatiyane di heyama binçavkirina xwe de ji peywendiya telefonî, çavpêkevtin digel malbatên xwe û destpêregihîştina bi parêzer hatine pêparkirin. 

Roja Yekşemî 10`ê Gelawêjê, “Hêmin Qeredaxî” kurê Husên, “Rizgar Êynalo” kurê Emîr û “Ehed Sune” kurê Rehîm û xelkên gundê “Îgirqaş”ê girêdayê bajarê Mihabadê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Herwisa êvareya roja Yekşemî 10`ê Gelawêjê, “Kawe Silêmanpûr” xelkê gundê “Xurxure”yê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî di dukana wî de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

Di berdewamiya binçavkirina welatiyan de li bajarê Mihabadê, roja Yekşemî 10`ê Gelawêjê, “Soran Durbaş” û “Ako Durbaş” xelkê gundê “Xaneqah” ê girêdayê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan 6 welatiyan de hatine sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.