Berdewamiya agirpêketinan bêhin daristanên Zagrosê birî ye

20:37 - 25 Gulan 2021

Di çend rojên derbasbûyî de, bi sedema agirpêketin li çêrîngeh û daristanên çiyayên “Şerkaw” û “Keluçinare” yên ser bi bajarê “Nodşe”yê, xisareke berçav bi jîngeha wê deverê kevtiye.

Ew agirpêketin li du rojên derbasbûyî de, bo cara 2ê piştî temirandin û kontrolkirina agir dîsan dest pê kiriye.

Welatiyên xelkê bajarê Nodşeyê daxwaz ji xelk û çalakvanên jîngeparêz kiribûn ku bo kontrolkirina agir bi hewara wan ve herin.

Kanalên “Telegram”ên xwecihî yên bajarê Nodşeyê di vê derheqê de nivîsîne: “Daristanên hezarsale yên wê deverê şewitîne û bûne axeşîn.

Di vê derheqê de, paşnîveroya roja Înê 1`ê Cozerdan, bi sedema birûskê çêrîngeh û daristanên gundê “Dizawer (Kawûjal)”, agir girtiye û beşeke zêde bûne axeşîn.