Berdevkê Sipaha Pasdaran: Amerîka Li Herêmên Sersînor De Mijûlê Pêşxistina Çalakiyên Dijî Şoreş E

19:59 - 9 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Nûçegihaniya Fars li ser zimanê Berdevkê Hêza Erdî ya Sipaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê, Hemîd Ehmedî ragihand ku yek ji sedemên liv û tevgera me ya tund li gel girûpa PJAKê, ber bi pêş birina çalakiyên wê girûpê bû li hermên sernînor ji aliyê hikûmeta Amerîka ve.


Hemîd Ehmedî herwiha zêde kir nerîna me ligel hikûmeta Tirkiyê derbarê pirsa kêmaniyên netewî cuda ye ji ber ku Kurdistana Îranê xwedî tu pirsek nîne û pêwîstiya wan bi tu partî û saziyek siyasî nîne.

Ehmedî herwiha domand û got piraniya xelkê Kurdistana Îranê rezamendiya xwe derbarê hikûmeta Îranê diyar kirine û beşek zêde ji wan jî di navendên hikûmetî de mijûlê xizmetkirinê ne.

Li gor gotina vî berpisê leşkerî ya hikûmeta Îranê “xelkê Kurdistanê îdî qet bi qisên partiyan nahên lêbandin û li hember de jî partiyan tu qiseyek bo lêbandina wan tune.”
Hemîd Ehmedî di doma axivtinê xwe herwiha got ku tenê pirsa me li ser sînoran hebûna hêzên çekdarî yên partiyan e û eva jî di halekê de ye hêza Sipah heta astekê baş kariya vê rewşê kontrol bike.