Berdevamiya girtîgeha Qani`i Xatirî li bajarê Sineyê

18:37 - 26 Gulan 2021

Çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Sineyê “Qani`i Xatirî”, hêj li girtîgeheke ewlehî ya wî bajarî de ye.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, ew çalakvanê medenî di heyama binçavkirinê de ji “destpêregihîştina bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe” pê par bû.

 “Qani`i Xatirî” roja Sêşemî 28`ê Banemerê digel 4 çalakvanên medenî yên bi navên “Murtiza Mihemedî”, “Keyvan Elyasî”, “Riza Rizayî” û “Muhsin Husênpenahî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

“Qani`i Xatirî” endamê kempêyna “Jiyanaweya Kurdistan”ê ye û ji tohmeta ku bi ser wî welatiyî de hatiye sepandin ti zanyariyeke serast li ber dest de nîne.