Berdana girtiyik siyasiyê Kurd ji girtîgeha Mihabad

23:01 - 13 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: girtiyik siyasiyê Kurd gorekî yasaya berdana merciya girtiyan, ji girtîgeha sêntrala şarê Mihabad, hate berdan.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa Nûçe gihaniya Kurdpa, hamid Zûdî girtiyê siyasiyê Kurd, roja Şemî, 20ê Rezber, paşî 6 heyvan hews kêşan li girtîgeha sêntrala şarê Mihabadê hat berdanê.

Hamid Zûdî, salik pêş niha ji aliyê hêzênasayişa hukûmeta Îranê hat girtinê û paşî dadgeha inqilaba şarê Mihabad, hukmê 9 heyv hewsa teizîrî serde sepandin.

Ew welatiyê Kurd bi tawana “ anîn pêya kombûnên protest kirin û hewdan dijî asayişa millî” bi 9 heyvan hewsa teizîrî hate mehkûm kirin.
Hamid Zûdî pêştir ji kuta bûna hukmê xwe ji girtîgehê hat berdan.

Her wisa pêştir jî roja Şemî, 13ê Rezber, girtiyik siyasî kurde din bi navê “ Hemze Sultanî” paşî 4 salan girtin, ji girtigeha Dîzil Abada Kirmanşan hate berdan.

Hemze Sultanî ji xelkê şarê Civanro, paşî kuta kirina hukmê xwe ji girtîgehê hatibû berdanê.