Bêparbûna hepsiyekî siyasî yê Kurd ji dana mirexesiyê
11:40 - 6 Hezîran 2020
Hepsiyê Siyasî yê Kurd yê bi navê “Tehsîn Pîrozî” di girtîgeha Bender Ebasê de ji mafê mirexesiyê bêpar bû û heya niha berpirsên girtîgehê bi dana mirexesî bi navbirî re lihev nehatine.
Ew hepsiyê siyayî yê Kurd xelkê gundê “Serdûş” a ser bi bajarê Merîwanê ye û di dema hepsîbûnê de ji dana mirexesiyê bêpar bûye.
Tehsîn Pîrozî, sala 1398`an ji girtîgeha Merîwanê bo girtîgeha bajarê Sine hatibû veguhastin û 4 meh berî niha bo girtîgeha bajarê Bender Ebasê hatibû veguhastin.
Ew hepsiyê siyasyî di meha Reşeme ya 1397`an de ji aliyê dadgeha leşkerî a Merîwanê ve bi tohmeta “sîxurîkirin û alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên opozîsiyon ên hikûmeta Îranê, bi 15 sal heps û bo girtîgeha bajarê Bender Ebasê hate dûrxistin.