Bendiyên siyasî ketin ber êrîşa garda girtîgeha Recayî şehrê

21:39 - 27 Çirriya pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Beşek ji hêzên ewlehiyê ên girtîgeha Recayî şehrê, êrîş kirin ser benda girtiyên siyasî û mezhebî ên vê girtîgehê, û rewşa vê bendê tevlihev kirin.

Li gora wan raporên ku belav bûne, roja Dûşemiyê 26.10.2015’an hêzên ewlehiya girtîgeha Recayî şehrê, êrîşî ser benda 4 ya hola 12 ya vê girtîgehê ku bi benda “siyasiyan” hatiye naskirin.

Biryara lêgerîn û têkdana odeyên girtiyan, ji aliyê “Merdanî” berpirsê girtîgehê ve hate derkirin, ku 100 kes ji hêzên dijî şoreşê tê de beşdar bûn.

\"28875.jpg\"
Li gora raporan girtiyan li dijî vê kiryarê diruşmên wekî “mirin bo dictator” û “mirin bo wilayeta feqîh” digotin.

Girtîgeha Recayî şehr ya Kerecê bi awayekî navgîn 4000 girtî tê de hene, ku 230 kes ji wan girtiyên siyasî û mesebî ne.

Pêştir raporek li ser rewşa girtiyan div ê girtîgehê de ketibû destê Ajansa Kurdpa, ku tê de hatibû: “Di sala 1392 (2013-2014)’an de, 176 girtî bi awayê bi şik û guman, wekî xwekujî, îdz, hîpatît, û şerê di navbera girtiyan de, cane xwe ji dest dane.