Belavok / pêşî ji qewimîna tirajêdiya mirovî li şarê Kobanê bigirin

13:39 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2014
Ajansa Kurdpa: senterik ya piştgirî ji mafê mirov li Kurdistana Îran, daxaziya rêgirî ji serhildana tirajidiya mirovî li şarê Kobanê(Eyn ol Ereb)a Kurdistana Sûriyê heye.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; şarê Kurdistaniyê Kobanê, ku sentera dewerik xwe-muxtar li Kurdistana Sûriyêye, li midêçend heftiyên borî de, tûşî hêrişa çekdarên (DIÊŞ, Deweleta islamiya Êraq ûŞam) û dorpêça şar bûne.

RMMK(rêxirava mafê mirovê Kurdistan), li belavokik de, xêncîşanî dana nigeraniya xwe li rewşa vîêarî, daxwaziya bi cid ya partîû rêxiravên Herêma Kurdistanê, bi amanca bergirîûpenahdana runiştiyên Kobanê kiriye.

Li pişkik li belavokê de hatiye; (DIÊŞ), paşî bi dest girtina kontrola şarê Mûsil li Êraq, niha ew gurûpa islamiya radîkal, bi bi dest girtina çek û silahên giran, bi 3 aliyan de şarê Kobanê, dorpêç kirine û rûniştiyên dewerê, tev kêmasiyên xwarin, derman û midîsîn rûbirrû bûne.

Ev rêxirava mafê mirov ragihand; li sedem hêrişa DIÊŞ de rengeyiya hindê heye ku şarê Kobanê, bikeve dest wê gurûpêû qiwimîna tirajêdiya mirovî jî dûr ji çavrêyiyê nine.

Ev rêxirava mafê mirov, ji xelkên parçên din yê Kurdistanê dixwaze, senterên alîkarîû kempêynan bînin pê, bi amanca kom kirina xwarin û dermanan rê bixin û hewlên xwe bo rizgar kirina xelkê Kobanê zêdetir bikin.

Li belavokê de hatiye; pêvîste şoraya mafê mirovê rêxirava UN, li hember wan tirajêdiyan de bê deng nebe û bi amanca rizgar kirina xelkê bê tawan, dengê xwe bilind bike.

Li sedem dorpêça şarê Kobanê li Kurdistana Sûriyê de, welatiyên Kurd, tûşî kêmasiyên xwarin, av, elektirîk û derman î tiştên midîsînê bûne.